Şam-SANA
Parêzgarê Şamê, Mahir Merwan Idlebî, piştrast kir ku tiştê li gereka El-Somerîyê rûdayî encama kombûna kêşeyên desteserkirina nerewa û gendelîya eqarî ya bi rêya girêbestan a bi dehsalan, ji alîyê rejîma berê ve ye.
Wekî din jî, Idilbî tekez kir ku dewlet pabendî çareserkirina van pirsgirêkan e bi awayekî dadperwer û zelal û xwe dûrî koçberkirin an derxistina bizorê digire.
Her weha Idlebî di daxuyanîyekê de ji SANAyê re anî ziman ku: “Em dewleke sazûman û qanûnê ne, loma divê ev kêşe li gorî û binemayên yasayî werin çareserkirin.” Wekî din jî, wî tekez kir ku rêzgirtina mafên milkdarîyê erkekî dînî, yasayî û exlaqî ye.
Li alîyê din jî, wî rave kir ku hemî karûbar dê li gorî qanûnê werin kirin û banga hevkarî, parastina aramî, yekîtîya neteweyî û aştîya sivîl kir.
Her weha wî bal kişand ser hevrêzîya bi Wezareta Karên Hundir û Parastinê re ji bo rêlibergirtina her destdirêjîyeke neqanûnî.
Li dawîyê jî, wî da xuyakirin ku du komîteyên yasayî ji parêzgeha Şam û Gundewarê Şamê hatine avakirin da ku desteserkirinên nefermî yên li El-Somerîyê, bi beşdarîya pisporên herêmî binirxînin.
Hêjayî gotinê ye ku Taxa El-Somerîyê ya ku di navbera Mezeya Şamê û Me’demîya Gundewarê Şamê de dikeve, yek ji gerekên ku niştecihên nefermî lê hene tê hesibandin. Lewma, ji ber nebûna dezgeheke zelal ku ji alîyekî ve mafê niştecihan û ji alîyê din ve xwedîtîya erdên resen biparêze, kêşeyên milkdarî û eqarî lê zehf in.