Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Wezareta Perwerdeyê: Rêbazên Perwerdeyê Tenê Carekê di Sala 2025an de Hatine Guhertin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Perwerdehî > Wezareta Perwerdeyê: Rêbazên Perwerdeyê Tenê Carekê di Sala 2025an de Hatine Guhertin

Wezareta Perwerdeyê: Rêbazên Perwerdeyê Tenê Carekê di Sala 2025an de Hatine Guhertin

Hat weşandin: 2026/10/26 2:35 PM
Hat nûkirin: 2026/10/26 2:35 PM

Şam-SANA

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê, piştrast kir ku ji dema rizgarkirinê ve, guhertinek tenê, ku ew jî di sala 2025an de bû, di rêbazên perwerdeyê de pêk hatiye.

Wezaretê her wisa dîyar jî kir ku heçî guhertin bûn jî, di heyva yekê de hatin ragihandin û tekane guhertin bûn heta vê kêlîyê.

Wezaretê di daxuyanîyekê de ku îro Duşemê li ser kanala xwe ya Telegramê weşand, zelal kir ku pêşxistina rêbazên perwerdeyê armanc dike ku ligel hêvî û daxwazên Sûrîyan bimeşe, pirrengîya civaka Sûrîyê biparêze, û nirxên hemwelatîbûn, girêdan û rêzgirtina li kesên din biçespîne.

Wezaretê dîyar jî kir ku guhertina di sala 2025an de pêk hatî, jêbirina sembolên rejîma hilweşîyayî û naveroka wê ya bîrdozî, ligel serrastkirina wêne û babetên pê ve girêdayî li xwe girtine, xasme di rêbazên civaknasî û perwerdeya Îslamî de piştî yekkirina wan.

Ev gav bi awayekî berbiçav pirrengîya civaka Sûrîyê nîşan dide û amadebûna pêkhate û pirrengîya çanda wê xurt dike, berovajî wan agahîyên nedurist ên ku li ser torên medyaya civakî tên belavkirin.

Wezaretê di berdewamîya daxuyanîya xwe de amaje bi wê yekê kir ku Çarçoveya Niştimanî ya Giştî ya Rêbazên Perwerdeyê pêk hatiye û pîvanên avakirina rêbazên nûjen hatine danîn ku fêrxwazan wekî mijara sereke ya proseya perwerdeyê li ber çavan digire da ku pê hizra rexnegir, şîrovekirin û çareserkirina pirsgirêkan bê pêşxsiitn.

Rêbazên nû, her wiha behreyên jîyanî, dîjîtal û afirînerîyê xurt dikin û nirxên niştimanî, mirovî û çanda qanûnê diçespînin, her wisa li gorî prensîbên pejirandî gav bi gav dest bi cîbicîkirina wan tê kirin.

Li alîyê din jî, Wezaretê dupat kir ku xebata pêşxistina rêbaz, şêwazên fêrkirinê, nirxandin û serrastkirinê, bi awayekî ku hevsengîyekê di navbera resenî û vebûnê de pêk bîne, berdewam e.

Her wiha beşdarî amadekirina nifşekî dibe ku hişyarî maf û erkên xwe be û bi nasnameya xwe serbilind be, digel wê jî, ku bikare pêşveçûnan bişopîne û beşdarî avakirina Sûrîya nû bibe.

Wezaretê li dawîyê bang li her kesî kir ku di veguhestina zanyarîyan de baldar bin, xwe bispêrin jêderên fermî û nedin dûv gotegotan.

Her wiha piştrast kir ku wêneyên ligel daxuyanîyê, pirrengîya di nav rêbazên perwerdeyê de bi zelalî nîşan didin.

Hêjayî gotinê ye ku wezaretê di 1ê Kanûna Duyem a sala 2025an de, ji pola yekem heta pola sêyem a amadeyî, di madeyên cuda cuda yên rêbazên xwendinê de, hinek guhertin pêk anîbûn.

Serok Ehmed El-Şeri’ ligel Şandeke Aborî ya Îmaratî Dicive
Sûrîye: Di 24 Saetên Borî de ji Encama Bûyerên Trafîkê Kesek Miriye û 12 Kesên Din Birîndar Bûne
Sûrîye û Romanya Xurtkirina Hevkarîya Parlemanî Gotûbêj Dikin
Xwendekarên Sûrî yên ji Tirkîyê Hatine Dikarin bi Belgeyên Xwe yên Tirkî Beşdarîyê di Mufadeleya Giştî de Bikin
Wezareta Perwerdeyê Lîste Nav û Demên Hevpeyvînên Devkî yên Pêşbirka Serpereştîyê Radighîne
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Jêbirina Sembolên Rejîma Berê û Naverokên Wê yên BîrdozîRêbazên PerwerdeyêSûrîyeWezareta Perwerdeyê ya Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezîrê Rewşên Awarte: 7 Welatî Xeniqîn û ji ber Rabûna Lehîyê Zilamek bi Qezaya Trafîkê Çû

October 30, 2026

Wezîrê Navxwe: Piştgirîya Zîyandîtîyên Lehîyan li Herêma Rojhilat Berdewam e

October 30, 2026

Bombeyeke Goşeyî li Gundewarê Hemayê Teqîya … Zarokekî Jîyana xwe Ji Dest Da û Sê Birîndar Bûn

October 30, 2026

Sûrîye Beşdarî Çalakîyên “12. Konferansa Bijîşkî ya Tirkî” Dibe

October 30, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?