Şam – SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ragihand ku dema serlêdanê ji bo mufadeleya veguhastinê (veguhastina hevcure – guhertina qeydê) ji zanîngehên Sûrî û ne-Sûrî (yên hikûmî û taybet) ber bi zanîngehên taybet ên Sûrîyê (yên bi heqdest) ve hatiye dirêjkirin.
Îro Yekşemê, li gorî daxuyanîyekê ku kopêyek jê gihîşte SANAyê, ev dirêjkirin her wiha mufadeleya wergirtinê ya li ser bingeha bawernameyên Sûrî yên peymangeh an lîsansê li zanîngehên taybet ên Sûrîyê ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an jî li xwe digire.
Wezaretê da xuyakirin ku ev mawe dê heta roja Duşemê, 2yê Çirîya Paşîn a 2026an, heta demjimêr sêyê piştî nîvro berdewam bike.