Şam – SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, piştrast kir ku wezaretê îro ji bo temamkirina dosyaya yekkirina kolej û xwendekarên ser bi Zanîngeha Gazîentabê ya berê û Zanîngeha Zanistên Tenduristîyê yên li bakur di nav pergala xwendina bilind a Sûrîyê de, dest bi pêngavên cîbicîkar kiriye.
Wezîr El-Helebî di daxuyanîyekê de ku îro Çarşemê li ser rûpela xwe ya Facebookê belav kir, dîyar kir ku di nav Zanîngeha Helebê de bi serokatîya serokê zanîngehê Mihemed Usame Re’dûn komîteyek hatiye avakirin.
Erka vê komîteyê çavdêrîkirina temamkirina rêkarên yekkirina kolejên ser bi Zanîngeha Gazîentabê ve ye; di nav de kolej, avahî, dezgehên zanîngehê, desteyên hînkirin û kargêrîyê, xwendekar û hemû dosyayên akademîk û kargêrî, bi awayekî ku veguhestineke sazûmanî ya tekûz û birêkûpêk misoger bike.
Her wiha wezîr destnîşan kir ku komîteyê bi rêya civîna xwe ya îro li Zanîngeha Helebê, yekser dest bi karên xwe yên meydanî kiriye.
Komîteyek ji bo Yekkirina Xwendekarên Zanistên Tenduristîyê
Wezîr El-Helebî bal kişand ser wê yekê ku li Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî komîteyeke wezarî hatiye avakirin, ku dê şopandina rêkarên yekkirina xwendekarên şaxê Zanîngeha Zanistên Tenduristîyê ya li El-Raî li bakurê Sûrîyê û veguhastina wan bo zanîngehên Sûrîyê bigire ser xwe.
Di heman çarçoveyê de, komîteya wezarî civîn û xebatên xwe îro li baregeha wezaretê ya li Şamê da destpêkirin.