Şam – SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî dupat kir ku ragihandina pêvajoya wergirtinê (mufadele) ya sala xwendinê ya 2026–2027an bi armanca dayîna derfetên berfirehtir ên xwendinê ye.
Ev pêvajo xalên wekî veguhastin, veguhastina hevtayî, guhertina qeydê û her wiha wergirtina li ser bingeha bawernameya peymangeh an lîsansê li xwe digire, da ku qeydkirina li zanîngehên taybet li gorî pîvanên akademîk ên zelal were rêkxistin.
Wezîr El-Helebî duh Sêşemê di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê destnîşan kir ku serlêdana vê pêşbirkê hewceyî agahdarîyeke hûr a li ser şert û rênimayan e; her wisa pêwîst e xwendekar pabendî dema dîyarkirî bibin û belgeyên pêwîst bi rêya elektronîk temam bikin.
Wî tekez kir ku berpirsyarîya duristîya agahî û belgeyan li ser milê xwendekar e, û heke sextebûn an nerastbûna tu belgeyekê were piştrastkirin, qebûlkirina xwendekar dê were betalkirin.
Texên têkildar û mercên bawernameyên derveyî Sûrîyê
Wezîr Helebî eşkere kir ku ev mufadele li gorî cureyê xwe û şertên her beşekî; xwendekarên Sûrî û yên di heman statuyê de ne, tevî xwendekarên Ereb û bîyanî li xwe digire.
Ji bo wan kesên ku bawernameya lîseyê (amadeyî) ji derveyî Sûrîyê wergirtine, şert e ku karûbarên wekhevkirina bawernameya xwe li rêveberîyên hînkirin û perwerdeyê bi dawî bikin û berî serlêdanê, agahî û zanyarîyên wan bên pesendkirin.
Di hevsengkirinê de, ji wê gera ezmûnan a ku encama herî baş tê de hatiye bidestxistin, komxala giştî ya herî bilind û beşê zimanê yê bi xala herî zêde tê raçavkirin; ev jî dê li gorî sînorên herî kêm ku hatine dîyarkirin û beşên berdest pêk were.
Derbarê mufadeleya veguhastin û veguhastina hevtayî, Wezîrê Xwendina Bilind ragihand ku divê xwendekar di pergala salane yan demsalî de bi ser ketibe yan jî derbasî sala duyem bûbe; di pergala demjimêrên pejirandî de jî herî kêm 26 demjimêr temam kiribin.
Her wiha şert e ku xala herî kêm a lîseyê bi dest xistibe, zanîngeha jê tê ji alîyê wezaretê ve naskirî be, ji ber sedemên dîsîplînî nehatibe derxistin, û li gorî pîvanên dîyarkirî li welatê zanîngehê mabe bi liberçavgirtina şertên taybet ên xwendekarên welatên cîran.
Girêdayî guhertina qeydê, Merwan El-Helebî da zanîn ku xwendekar dikare ji beşekî derbasî beşekî din bibe li gorî xalên herî kêm ku di daxuyanîyê de hatine ragihandin, bi wî mercê ku waneyên jê hatine efûkirin ji rêjeya dîyarkirî ya plana perwerdeyê ya beşê nû ne zêdetir bin.
Ji bo wergirtina li ser bingeha bawernameya peymangehê, şert e ku xwendekar derçûyê peymangehên navîn an teknîkî be, beşê wî/wê hevahengî beşê nû be, û asta rêzbendîya wî ji “baş” ne kêmtir be.
Lê ji bo wergirtina li ser bingeha bawernameya zanîngehê (lîsans), daxwazker divê xwedî lîsansekê be ku pileya wê herî kêm “baş” be û beşê wî li gorî lîste û pîvanên pejirandî bi beşê nû re bigunce.
Rewşên ku serlêdan nayê pejirandin
Navhatî da xuyakirin ku di hin rewşan de mafê xwendekar nîne beşdarî hin beşên vê mufadeleyê bibe; nola xwendekarê ku berê li ser bingeha veguhastina hevtayî hatiye qebûlkirin, xwendekarê ku cezayê bêparkirinê lê hatiye birîn berî ku dema cezayê biqede û vegere zanîngehê, yan kesê ku bi rêya bûrsa wezaretê hatiye wergirtin heta ku bi awayekî fermî dev jê bernede.
Her wiha nayê qebûlkirin ku xwendekar ji pergalên fêrbûna vekirî, virtual (aşopî), ji dûr ve yan bi rêya şandina nameyan qeydê veguhêze yan biguhêre; her wisa xwendekarê ku bi rêya mufadeleya peymangehê yan lîsansê li zanîngeheke taybet hatiye wergirtin, mafê wî nîne serî li mufadeleya veguhastin û guhertina qeydê bide.
Di dawîyê de Wezîr El-Helebî bal kişand ser wê yekê ku bicihanîna şert û mercan nayê wateya wergirtina misoger; lewra pêşbirk li gorî xal, rêza daxwazan û cihên vala yên berdest bi rê ve diçe.
Kesên ku tên wergirtin divê di dema dîyarkirî de qonaxên tomarkirinê bi dawî bikin û xercîyên xwendinê yên sala 2026–2027an bidin. Çiqas belge kêm bin û xercî li gorî rêgezan neyê razandin, tomarkirina xwendekar bi fermî nayê pejirandin.