Hims-SANA
Xwendekar Êlîna Miwefeq Tenûs, di encama azmûna bawernameya amadehîya giştî de, ji 240 puanan 239.9 puan bi dest xistin. Ev serkeftin berhema salekê ji xwendin, rêkûpêkirina demê û dîsîplînê ye. Êlîna kêfxweşîya xwe ya mezin bi vê encamê anî ziman û ev serkeftina xwe dîyarî dê û bav, dibistan, mamosteyên xwe û gundê xwe Rebah yê li gundewarê Himsê kir.
Êlîna tekez kir ku serkeftin ji bawerîya xwendekar bi karînên wî, dîyarkirina armanceke zelal, rêkûpêkkirina xwendinê û paşnexistina erkan dest pê dike; li gel terxankirina demekê bo bêhnvedanê di çaxê westanê de û şopandina berdewam bi mamosteyan re.
Xwendekara sekkeftî şîretek li xwendekarên nû kir û ji wan xwest ku ji destpêka salê ve dema xwe wenda nekin û xebateke xwendinê ya rasteqîn bikin, û dîyar kir ku serkeftin encama bizavên mirov ên berdewam in ên ku bi salan ketine ser hev de. Derbarê xwendina zanîngehê û beşê ku dilê wê tê de heye ku bixwîne, Êlîna eşkere kir ku ew dixwaze di sala amadekirinê de beşê bijîşkî bixwîne û piştre di beşa neştergerîya ciwankirinê de bibe taybetmend û pispor.
Ji alîyê xwe ve, bavê wê Miwefeq Tenûs dîyar kir ku keça wî ji biçûkatîya xwe ve pabend bû bi bicihanîna erkên xwe, xwendina xwe bi awayekî birêkûpêk û bê ku ti kes alîkarîya wê bike yan jî dersên taybet bistîne, dikir, û tenê beşdarî kursên xurtkirinê di matematîk, fîzîk û kîmyayê de dibû. Bavê wê tekez kir ku ev serkeftin bi westaneke berdewam û bi rêya hevkarîya di navbera malbat û dibistanê de, hat encamdan.
Ezmûna Êlîna nimûneyekê nîşan dide ku tekezîyê li ser wê yekê dike serkeftina zanistî bi îradeyê, birêvebirina baş a demê, pabendbûna bi planeke xwendinê ya zelal û berdewamîya kar ji bo gihiştina armancan ve girêdayî ye.