London-SANA
Sûrîye beşdarî Foruma Cîhanî ya Perwerdeyê 2026 dibe, ku Londona paytexta Brîtanyayê di navbera 17 û 20ê vê mehê de mêvandarîya wê dike. Ev beşdarî di çarçoveya hewldanên niştimanî de tê ji bo pêşvebirina pergala perwerdeyê, nûjenkirina bernameyên xwendinê, bihêzkirina veguhertina dîjîtal û lêkolîna bikaranîna teknolojîyên zîrekîya çêkirî di pêvajoya perwerdeyê de.
Şandeya Sûrîyê ya beşdar, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Ebdilrehman Tirko û hejmarek ji alîkar û berpirsan li xwe digire.
Şandeya Sûrîyê li kêleka çalakîyên forumê, rêzecivînên dualî bi berpirsên navneteweyî re pêk anîn, da ku rêyên xurtkirina hevkarîyê di warên perwerdeyê, avakirina şîyanên mirovî û palpiştîya projeyên başbûna perwerdehîyê gotûbêj bikin.