Şam-SANA
Wezîrê Perwerdehîya Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, ligel Serokê Komîteya Rêvebir a Komeleya Pizîşkî ya Sûrî-Amerîkî (SAMS) Dr. Luey El-Qutub, xurtkirina hevkarîya navbera wezaretê û komeleya SAMSê, cîbicîkirina hejmarek projeyên tenduristî û pizîşkî yên hevbeş û her wiha piştgirîkirina nexweşxaneyên fêrkirinê û pêşxistina xizmetguzarîyên wan gotûbêj kirin.
Di dema hevdîtina ku îro Şemîyê li avahîya wezaretê hat lidarxistin, gotûbêj li ser hejmarek projeyên tenduristîyê hat kirin; wekî nûjenkirina beşa nexweşîyên xwînê, dabînkirina yekîneya qestereya nûjen ji bo Nexweşxaneya Zanîngehê ya El-Miwasatê, ligel projeya çandina mêjîyê hestî li Nexweşxaneya Zanîngehê ya Zarokan.
Wezîr El-Helebî amaje bi giringîya xurtkirina hevkarîyê ligel şîyan û sazîyên pizîşkî yên Sûrî û navdewletî yên xwedî ezmûnên taybet kir, da ku sûd ji wan di piştgirîkirina sektora tenduristî û perwerdehîyê de bê girtin, ku ev yek dê bandoreke erênî li ser asta rahênana pizîşkî û lênêrîna tenduristîyê bike.
