Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî duh Çarşemê, pêşbirka wergirtinê (mufadele) ya lêkolînên bilind (master) û dîplom û masterên amadekarî û pisporîyê li kolej û peymangehên bilind ên zanîngehên (Şam, Heleb, Laziqîye, Hims, Firat, Hema, Tartûs, Idlib) û Peymangeha Bilind a Lêkolîn û Vekolînên Niştecîbûnê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026an ragihand.
Wezaretê dîyar kir ku qeydkirina li ser pêşbirkan wê ji roja Duşemê 26.01.2026an dest pê bike û heya roja Pêncşemê 05.02.2026an berdewam bike. Her wiha da zanîn ku lînka serlêdana elektronîk wê berî destpêkirina qeydkirinê li ser rûpela wê ya fermî were weşandin.
Wezaretê bang li xwendekaran kir ku her dem platformên wê yên fermî bişopînin ji bo bidestxistina lînk û rênimayên taybet bi proseya qeydkirinê; her wiha da zanîn ku ji bo hûrgilîyên zêdetir derbarê pêşbirkên navborî de, xwendekar dikarin serdana kanala wezaretê ya Telegramê û rûpela wê ya fermî li ser “Facebook”ê bikin.