Şam-SANA
Wezîrê Perwerde û Hîndekarîyê Mihemed Ebdulrehman Tirko, îro Duşemê, bi Balyozê Pakistanî li Şamê Muxîs Efzal re rêyên xurtkirina hevkarîyê di warê perwerdeyê de gotûbêj kir.
Di hevdîtina ku li avahîya wezaretê li Şamê pêk hat de, têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan di sektora perwerdeyê de û rêyên xurtkirina hevahengîya berdewam bi awayekî ku xizmeta berjewendîya her du alîyan bike, hatin nirxandin.
Her wiha her du alîyan behsa karê dibistanên navneteweyî li Sûrîyê kirin, nexasim Dibistana Pakistanî. Di hevdîtinê de, tekezî li ser giringîya berdewamîya pêwendî û hevahengîyê hat kirin ji bo derbaskirina her astengîyeke ku dibe rûbirûyê proseya perwerdeyê di wan dibistanan de bibe û misogerkirina pêşxistina wan.
