Şam-SANA
Zankoya Şamê peywendîya xwe bi gotûbêja doktorayê ya xwendekar Ebdullah El-Muheysînî re red kir, û tekez kir ku ev gotûbêj di çarçoveya bernameyên akademîk ên Zankoya Silêman a Navdewletî ya li Tirkîyeyê de pêk hatiye, û ne ser bi tu kolejeke zankoyê yan lîjneya wê ya zanistî ve ye.
Zankoyê di daxuyanîyekê de ji bo “SANA”yê zelal kir ku gotûbêj di yek ji holên wê de li ser daxwaza mêvandarîyê ji alîyê sazîya birêveber ve li gorî rêbazên peyrewkirî û di çarçoveya hevkarîya akademîk a asayî ya ji bo mêvandarîya çalakîyên zanistî pêk hatiye. Her wiha zankoyê tekezî li ser pabendbûna xwe bi pîvanên akademîk û parastina pêgeha xwe ya zanistî kir, da ku her şêloyek di vî warî de were zelalkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zankoya Silêman a Navdewletî sazîyeke perwerdehîyê ya moletdayî ye li çend welatan, Tirkîye jî yek ji wan e, û wê bursên xwendinê pêşkêşî xwendekarên Sûrî yên ku şert û mercên şer rê li ber xwendina wan a asayî girtibû kirin, wek piştgirî ji bo berdewamîya xwendina wan a bilind.