Şam-SANA
Peymangeha Bilind a Zimanan li Zanîngeha Şamê, roja Sêşemê 13/01/2026 saet dehê sibehê, wek dema ezmûna zimanê bîyanî ji bo tomarkirina asta doktorayê dîyar kir.
Peymangehê di daxuyanîyekê de ku kopîyek jê gihîşt ajansa SANAyê, destnîşan kir ku qeydkirin ji roja Yekşemê 4/1/2026 dest pê dike û heta roja Pêncşemê 8/1/2026 berdewam dike. Tomarkirin dê ji saet nehê sibehê heta yekê nîvro ji alîyê xwendekar bi xwe ve li baregeha peymangehê pêk were.
Serkeftina di vê ezmûnê de, mercekî sereke ye ji bo qebûlkirina di bernameyên master û doktorayê de li zanîngehên Sûrîyê.