Şam-SANA
Komxebateke ku ji hêla Wezareta Perwerde û Hînkirinê ve li Şamê, bi hevkarîya rêxistinên navdewletî û xwecihî hatibû birêxistin, amadekirina nimûneyeke yekgirtî ji bo avahîyên dibistanan li Sûrîyê gotubêj kir. Ev nimûne dê li ser bingeha domdarîya jîngehê, bi rêya bikaranîna materyalên dostên xwezayê û sîstemên enerjîya nûjenbar were avakirin.
Komxebatê giringî da nirxandina rewşa pêdivîyên dibistanan û danîna çareserîyan ji bo pêşxistina proseya perwerdeyê, her wiha tevlêkirina teknolojîyên nûjen ji bo dabînkirina daxwazên perwerdeya dîjîtal, bikaranîna heman rûberê avahîyê bo gelek çalakîyan, û dabînkirina parastina avhîyan di demên erdhejê û karesetên din de li gor pîvanên navdewletî.

Wezaretê anî ziman ku wê çaksazkirina 908 dibistanan bi dawî kiriye, û xebatên çaksazkirinê li 1017 dibistanên din li parêzgehên curbecur berdewam in.


