Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî îro encamên mufadela dagirtina cihên vala yên ji bo zanîngehên taybet, û her weha encamên mufadela dagirtina cihên vala yên ji bo kursîyên mayî yên mufadela xwendekarên ereb û bîyanî li zanîngehên hikûmî û taybet ji bo sala xwendinê ya 2025-2026an eşkere kirin.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de ya ku SANAyê nusxeyek jê wergirtiye, bang li xwendekaran kir ku bi rêya sepana mufadela elektronîk li encaman binêrin.
Wezaretê ev her du mufadele di 27ê Mijdara borî de ragihandibûn, û dema pêşkêşkirinê di navbera 28-11 heta 1-12-2025 de saet sêyê êvarî dîyar kiribû.