Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî Merwan El-Helebî tekez kir ku veberhênana di xwendina bilind de sernavê qonaxa bê ye ji bo baştirkirina kalîteya perwerdeyê li Sûrîyê, û dîyar kir ku pêşxistina bernameyên xwendinê (Menahic) û veguherîna dîjîtal karên sereke ne di karê wezaretê de.
Wezîr Helebî îro di hevpeyvîneke taybet de ligel kanala “El-Exbarîye El-Sûrîye” dîyar kir ku xwendina bilind li Sûrîyê nêzîkî 50 zanîngehên hikûmî û taybet, zêdetirî mîlyonek xwendekarên zanîngehê, û 10 hezar endamên desteya hînkarî û perwerdehîyê li xwe digire.
Wezîr Halebî bal kişand ser wê yekê ku wezaretê sinifandina “Sûrîyê Niştecihê Derveyî Welat” rakir, da ku reftar ligel hemû xwendekaran bibe yek. Wezaret niha bi hevkarîya Wezareta Darayî û alîyên pêwendîdar, li ser lêkolînkirina rewşa wan xwendekarên ku bawernameya amadeyî ya ne-Sûrî wergirtine û di salên borî de di bin navê “Sûrîyê Niştecihê Derveyî Welat” de hatine qebûlkirin, dixebite.
Wezîr Helebî dîyar kir ku wezaretê îsal “Mufadele” (pêşbirka qebûlkirina zanîngehê) li ber hemû xwendekaran vekir, ji ber ku ev sal wek saleke îstîsnayî tê dîtin, û rê da xwedîyên bawernameyên kevn ku di nav mufadeleyên taybet de qeyd bibin.
Wezîr Helebî eşkere kir ku wezaretê dirêjkirina mêvandarîya xwendekarên Zanîngeha Feratê li hemû parêzgehên Sûrîyê ragihand, û ku xwendekarên şaxê Siwêdayê dikarin li navenda “Nefaz” ya ser bi Zanîngeha Şamê ve dewam bikin.
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî amaje bi wê yekê kir ku wezaretê xercên zanîngehên taybet kêm kirine ji bo sivikkirina barê li ser xwendekaran, û dîyar kir ku xerca fakulteya Pizîşkîyê 1700 dolarî derbas nake û ya kolejên Aborîyê kêmtirî 500 dolarî ye.
Helebî got: “Mafê her xwendekarekî qonaxa doktorayê ku xwedî ‘semînareke belgekirî’ ye, heye ku qeyda xwe ya doktorayê bidomîne. Yanî, ew xwendekarê ku berê plana lêkolînê pêşkêş kiribû yan plana wî gihiştibû yek ji encumenan û piştî rizgarkirinê rawestîyabû, niha dikare qeyda xwe bidomîne bêyî ku hewce bike serî li mufadeleya doktorayê ya bê bide.”
Wezîrê Xwendina Bilind tekez kir ku wezaretê biryara rakirina dersa “Çand”ê ku li zanîngehên hikûmî yên Sûrîyeyê dihat dayîn, standiye. Ev yek di çarçoveya pêvajoya pêşxistina akademîk a berdewam de ye, û ji bo nûjenkirina bernameyên zanîngehê li gorî pêdivîyên qonaxa heyî ye.
Wezîr Helebî dîyar kir ku ji sala xwendinê ya bê ve, dê puana (nîşana) dersa Perwerdeya Îslamî di bawernameya amadeyî de, di nav “koma cudahîyê” de were hesibandin.