Şam-SANA
Peymangeha Bilind a Zimanan li Zanîngeha Şamê, ragihand ku ezmûna zimanê bîyanî ya qebûlkirina di masterê de dê roja Yekşemê 9-11-2025an, saet 12ê nîvro were kirin.
Qeydkirina di ezmûnê de roja Pêncşemê 23-10-2025an bi rengekî şexsî li baregeha peymangehê dest pê dike, heta roja Yekşemê 2-11-2025an, ji 9 sibê heta 1ê piştî nîvro dimîne.
Belgeyên pêwîst:
– Daxwaznameyeke nivîskî ji tekpencereyê, digel pola darayî û lêkolîna zanistî.
– Wesila qeydkirinê ya 40,000 L.S. ji Banka Eqarî.
– Nisxeke nasnameyê yan jî qeyda medenî digel wêneyekî şexsî.
– Du wêneyên şexsî yên nû.
Ji bo xwendekarên sala dawî: Nisxeke nasnameya zanîngehê yan beyannameya rewşê.
Ji bo Derçûyan: Belge yan benanameya derçûnê ku herî kêm bi rêjeya baş be.
Serkeftina di ezmûnê de ji bo qeydkirina di master û doktorayê de li zanîngehên Sûrîyê, mercek e.