Şam -SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Sûrîyê, îro, rêpîvanên taybet bi Mufadeleya Wergirtina Muwazî (Paralel) a sala xwendinê ya 2025-2026an belav kirin.
Mufadele bo xwendekarên Sûrî û yên rewşa wan wekî ya wan e, ku di navbera 2011-2024 de bawernameya amedayî ya giştî (zanistî û wêjeyî) wergirtine, ji bo ku xwe di mufadeleya muwazî ya zanîngehên hikûmî û peymangehên teknîkî yên ser bi Encumena Bilind a Fêrkirina Teknîkî ve, bidin qeydkirin.