Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî wextê pêşkêşkirina daxwaznameyên veguhastina ji zanîngehên ne-Sûrî bo zanîngehên giştî yên Sûrî, dîyar kir; 5ê Cotmehê dest pê dike 11ê Kanûnê bi dawî dibe.
Li alîyê din jî, wê destûr daye serokên zanîngehan ku -heger pêwîst be- wî wextî ji bo îsal 2025-2026, dirêj bikin.
Hêjayî gotinê ye ku ev yek beşek ji hewildanên wezaretê ye ji bo hêsankirina veguhastina xwendekarên ku li deveryî welêt hindekî bi xwendina xwe ve çûne, û misoger bike ku hemî xwendekar li zanîngehên Sûrîyê asta akademîk a pêwîst tîn cih.