Şam-SANA
Enstîtuya Bilind a Zanistên Pratîkî û Teknolojîyê dema qeydkirinê ya sala 2025-2026an ji bo xwendekarên îsal û par ên hilgirên sertîfîkaya dibistana navîn a giştî (beşê zanistî) heta 29ê Îlonê dirêj kir. Her weha ezmûnên qebûlkirinê jî ji bo heman dîrokê hatin paşxistin.
Enstîtuyê dîyar kir ku beşên sereke yên li Şamê ev in: Endezyarîya Bernamesazî û Jîrîya Destkirdê, Mekatronîk, Peywendîsazî, Torezanî, Pergalên Elektronîkî û Zanist û Endezyarîya Materyalan. Şaxê Helebê: Endezyarîya Balafirzanî û Mekatronîkê.