Şam-SANA
Beşdarîya Tirkîyê bi şandeyekê ku nêzî 200 beşdarî li xwe digre di xula 63yan a Pêşangeha Navdewletî ya Şamê de, nîşana pêvajoya nêzîkbûna di navbera Sûrîye û Tirkîyê de û guherîna wê ber bi qonaxeke nû ya hevkarîya aborî ve ye; armanca wê berfirehkirina pevguhertina bazirganî û dîtina derfetên veberhênanê û hilberîna hevbeş e.
Wezîrê Bazirganîyê yê Tirkîyê, Omer Bolat, ji “SANA”yê re ragihand, ku qebareya bazirganîyê di navbera her du welatan de di sala 2025an de gihîştiye 3.7 milyar dolarî, û di heft mehên pêşî yên sala 2026an de gihîştiye 2.2 milyar dolarî bi zêdebûna %16, û tekez kir ku ew hewl didin pevguhertinên bazirganî bo 10 milyar dolarî bilind bikin.
Bolat bal bir ser wê yekê ku jinûvekartêkirina çalakîyên hilberînê li Sûrîyê, derfetên cihê hêvîyê di karta jêrxane, enerjî, pîşesazî, xwarin û madeyên avahîsazîyê de peyda dike.
Ji alîyê xwe ve, endamê Komeleya Karsazên Serbixwe yên Tirkîyê “MUSYAD”, Seyfullah Şahin, dîyar kir ku hejmareke endamên komeleyê şirket damezirandine û dest bi veberhênanên rasteqîn li Sûrîyê kirine. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku di qonaxa bê de dê bêhtir giringî bi avakirina şirîkatîyan bi kompanyên Sûrî re, piştgirîkirina hilberîna xwecihî û hinardekirina bo bazarên sêyem, were dan.
Bernameya wezîrê Tirk û şanda “MUSYAD”ê, serdana Helebê û Bajarê Pîşesazî yê li Şêx Neccar li xwe digre, ji bo pêkanîna hevdîtinan ligel her du odeyên bazirganî û pîşesazîyê, û dîtina derfetên veberhênanê li ser erdê.
Ev amadebûn di çarçoveya geşepêdana pêwendîyên di navbera her du welatan de tê, ku jinûveçalakkirina peymanamên aborî, xurtkirina hevkarîyê di navbera her du bankên navendî de û geşepêdana karta veguhestinê li xwe digre. Û ev yek platformeke pratîkî ji bo Pêşangeha Navdewletî ya Şamê dabîn dike da ku civînên bazirganî bibin şirîkatîyên veberhênanê yên demdirêj.