Şam – SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Asmanî ya Sûrîyê, Umer El-Huserî, li Şamê, bi şandeyeke hevpar a şirketa “El-Rewdan û El-Mutewi'” a Kuwêtî û şirketa “Lîmak a Veberhênan û Xebitandina Balafirgehan” a Tirkî re, asoyên hevkarîya dualî ji bo berfirehkirin û pêşxistina Balafirgeha Dêrezorê ya Navneteweyî, li gorî standardên cîhanî yên pejirandî, gotûbêj kir.
Şandeyê plansazîyeke destpêkî ya yekgirtî ji bo berfirehkirina balafirgehê û nûjenkirina binesazîya wê pêşkêş kir, da ku li gorî zêdebûna pêşbînkirî ya di tevgera rêwî û veguhastina asmanî de tev bigere.
Di civînê de her du cîgirên serokê desteyê, Ebdulbarî El-Sac û Emced Nexal, ligel hejmarek ji berpirsên têkildar, amade bûn, di heman demê de şande ji Xalid El-Rewdan û endamê Encumena Rêveberîya “Lîmak” Hakan Ozturk jî pêk dihat.
Şirketa Kuwêtî di gelek sektoran de, mîna xizmetguzarîyên balafirvanîya sivîl û çaksazîya wê, binesazî, û pergalên peywndîyan dixebite, lê şirketa “Lîmak” a Tirkî di birêvebirin, xebitandin û pêşxistina balafirgehên navneteweyî de pispor e.




