Şam – SANA
Serokê Komîteya Têkoşîna li Dijî Qezenca Neasayî Basil El-Suweyidan tekez kir ku şopandina pereyên talankirî û birêvebirina hebûnên hatine vegerandin ji bo xizmeta aborîyê berdewam e.
Wezîr zelal kir ku mekanîzmaya “Daxuyanîya Dilxwazî” bi rêjeya (80% ji bo dewletê û 20% ji bo daxuyanker) bêyî parêzbendîya dadwerî hatiye pejirandin. Her wiha dîyar kir ku rêveberîyên demkî ji bo her du kompanyên “Syriatel û MTN” hatine avakirin, û bang li welatîyan kir ku bi rêya platformên agahdarkirinê hevkarîyê bikin da ku zelalî xurt bibe.
Komîteya Têkoşîna li Dijî Qezenca Neasayî pabendbûna xwe bi zelalîyê û agahdarkirina raya giştî li ser karên xwe piştrast kir. Komîteyê destnîşan kir ku hemû rênimayên dosyayan, di nav de daxuyanîya dilxwazî, di bin çarçoveyên qanûnî de ne û tenê bi rêya kanalên fermî tên ragihandin.