Şam-SANA
Serokê Odeya Bazirganî ya Urdunê Xelîl Mihemed El-Hac Tewfîq tekez kir ku beşdarîya Urdunê di gera 21ê ya Pêşangeha “Food Expo 2026” de ji girîngîya vê pêşangehê tê, ji ber ku ew derfetek e ji bo kombûna kompanyên ji welatên cuda û xurtkirina têkilîyên aborî û bazirganî, tevî pêgeha girîng a bazara Sûrî ji bo Urdunê.
El-Hac Tewfîq di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Duşemê eşkere kir ku sektora taybet a Urdunê û Odeya Bazirganî ya Urdunê girîngîyeke mezin didin beşdarîya di çalakîyên aborî yên cuda de ku li Sûrîyê tên lidarxistin. El-Hac Tewfîq anî ziman ku ev çalakî derfeta têkilîdanîna bi hevtayên wan di sektora taybet a Sûrî re dide, bi mebesta avakirina hevkarîyên aborî yên ku xizmeta berjewendîyên her du welatan dikin.
Navborî li dawîyê destnîşan kir ku îsal (2026) zêdetirî 20 kompanyên Urdunî ku di nav wan de kompanyên herî mezin ên sektora pîşesazîya xwarinê hene, beşdarî pêşangehê dibin. Wî hêvîya xwe anî ziman ku di gerên bê de qebareya beşdarîya Urdunê zêde bibe, bi awayekî ku geşbûna hevkarîya aborî ya navbera her du alîyan nîşan bide.




