Şam-SANA
Wezîrê Enerjîyê Mihemed El-Beşîr ragihand ku makîneya kolandinê ya bi navê “Uralmash 2” vegerîya ser kar, piştî ku proseya çaksazî û nûjenkirina wê ya tevahî bi destê pisporên niştimanî bi dawî bû.
El-Beşîr îro Pêncşemê li ser platforma (X)ê tekez kir ku ev destkeft nîşana jêhatîbûna kadroyên teknîkî li zevîyên herêma navîn e. Her wiha şîyana wan a vegerandina amûrên girîng û piştgirîkirina planên geşepêdana hilberînê û xurtkirina şîyanên karkirinê li zevîyên petrolê dîyar dike.