Şam – SANA
Sektora barkirina bejayî hêmayekî bingehîn e ji bo piştgirîkirina çalakîyên aborî û bazirganî li Sûrîyê, ji ber rola wê ya serekî di veguhastina kelûpelan û girêdana xelekên hilberînê û zincîrên dabînkirinê de. Wezareta Veguhestinê kar dike ji bo cîbicîkirina rêkar û bernameyên ku beşdarî nûjenkirina fîloyê û baştirkirina xizmetguzarîyan dibin, ligel lêgerîna li ser çareserîyên fînansekirinê yên hêsan ku cîbicîkirina proseya nûjenkirinê misoger dikin.
Wezîrê Veguhestinê Ye’rub Bedir di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihana SANAyê îro roja yekşemê tekez kir ku dosyaya nûjenkirina fîloya barkirina bejayî li Sûrîyê di qonaxa vêga de yek ji mezintirîn dijwarîyên ku rûbirûyê sektorê dibe ye. Tevî kevnbûna teknîkî ya ku beşeke mezin a barhilgirên dixebitin pê zehmetîyê dikişînin, digel bilindbûna lêçûnên xebitandin û çakkirinê, ku ev yek rasterast bandorê li ser karîgerîya veguhestinê û şîyana veguhêzerê Sûrî dike ku di astên herêmî û navdewletî de hevrikîyê bike.
