Şam-SANA
Wezîrê Veguhastinê Yeʼrub Bedir, bi nûnerên Banka Cîhanî re mekanîzmayên nûjenkirina tora rêyên trênê li Sûrîyê û derfetên hevkarîya teknîkî û veberhênanê ji bo piştgirîya projeyên veguhastinê yên pêwîst gotûbêj kirin.
Di civînekê bi rêya peywendîya vîdyo re, Bankê nêrîna xwe ya ji bo bernameyeke piştgirîya teknîkî pêşkêş kir, ku armanca wê bilindkirina asta başbûna torên veguhastinê û xurtkirina rola wan di vejandina aborî û bazirganîyê de ye.
Gotûbêjan behsa projeyên ku sûdeya aborî tê de heye kirin, ji wan: Xeta veguhastina fosfatê ji mencemên Mehîn ber bi bendera Tertûsê ve, veguhastina barhilgiran ji bendera Laziqîyê ber bi Bendera Hişk a li Şêx Necar a Helebê, û her wiha xeta Meydan Ekbesê ya sînorî heta Helebê.
Her wiha lêkolîn û şertên lêvegerê ji bo dîyarkirina mesref, pêdivî û saetên xebatê hatin nirxandin, bi awayekî ku piştgirîyê bide vejandina aborîyê û avakirina welat.

