Şam-SANA
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî Omer El-Huserî tekez kir ku başbûna sektora balafirvanîya sivîl li Sûrîyê, xwe dispêre kadroyên teknîkî yên niştimanî yên ku xwedî şarezayî, ezmûn û şîyana rûbirûbûna pirsgirêkan in.
El-Huserî, di daxuyanîyekê de ku îro Yekşemê li ser platforma Xê bi hilkefta Roja Cîhanî ya Teknîsyenên Çaksazîya Balafiran weşand, dîyar kir ku teknîsyenên Sûrî di dema dawî de piştrast kirin ku ew beşekî bingehîn in ên pêvajoya geşepêdana sektora balafirvanîyê. Navhatî li dawîyê tekez kir ku dilsozî û ezmûn dikarin di pêşvebirina performansê û baştirkirina xizmetguzarîyan de guhertinan çêkin.