Şam – SANA
Parêzgarê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Husrîye ligel kompanyên pevguhertina diravî rêyên pêşxistina vê sektorê gotûbêj kirin, û pêşnîyara damezrandina komeleyeke pevguhertina diravî bo cara yekem li Sûrîyê nirxand. Ev pêngav bi armanca birêxistinkirina kar di çarçoveyeke sazûmanî de li gorî sincên pîşeyî û rênimayên cîhanî yên ji bo têkoşîna li dijî şûştina pereyan û fînansekirina terorê tê avêtin.
El-Husrîye tekez kir ku Banka Navendî amade ye piştgirîya avakirina komeleya pevguhertina diravî li ser asta navxweyî û navdewletî bike û hewl bide ku di paşerojê de bibe endama yekîtîyên pîşeyî. Pêşnîyar giranîyê dide xurtkirina şefafîyet û pabendbûna bi bihayên dîyarkirî li gorî pratîkên cîhanî, bi awayekî ku bi pîvanên nûjen re biguncê û bawerîya bi sektora darayî ya Sûrîyê xurt bike.
Ev liv û tevger stratejîya bankê ji bo hevsengkirina bazara pevguhertinê nîşan didin, ku piştî destpêkirina Bazara Şamê ya Dirav û Zêr ji bo pêşxistina sîyaseta diravî hatin. Ev arasteya ku xwe dispêre biryara hejmar 189 a sala 2025an, armanc dike ku aramîya darayî pêk bîne û sektora pevguhertina diravî bi awayekî bingehîn nûjen bike.


