Şam – SANA
Wezîrê Darayî Mihemed Yusir Bernîyê ragihand ku “Kopîya Hemwelatî” ya budceya sala 2026an hatiye destpêkirin; ev yek wekî beşek ji hewldanên xurtkirina zelalîyê û beşdarkirina welatîyan di têgihiştina xalên budceya giştî ya dewletê de tê.
Bernîyê di konferanseke rojnamevanî de li Şamê got: “Kopîya Hemwelatî ya budceya 2026an, belgeyeke darayî ya hêsankirî ye ku armanca wê kurtkirin û şîrovekirina agahîyên herî girîng ên têkildarî budceya giştî ya dewletê ya sala darayî 2026an e; ev jî di çarçoveya pabendbûna hikûmetê bi xurtkirina zelalîyê û berfirehkirina kanalên peywendîyê bi welatîyan re tê.”
Wezîr li ser axaftina xwe zêde kir: “Kopî pêşkêşîyeke kurt a geşedanên darayî û aborî li xwe digire, ligel ronîkirina li ser destkeftîyên herî girîng ên di sala 2025an de hatine bidestxistin, her wiha nîşandana araste û armancên budceya sala 2026an û rêça darayî ya pêşbînîkirî di dema navîn de.”
Bernîyê eşkere kir ku li gorî texmînên budceya sala 2026an, dahatên pêşbînîkirî nêzîkî 958.8 mîlyar lîreyên Sûrî yên nû ne (ku dike 8.716 mîlyar dolar), û lêçûn jî nêzîkî 1156.7 mîlyar lîreyên nû ne (ku dike 10.516 mîlyar dolar). Wî dîyar kir ku lêçûn bi vî awayî têne dabeşkirin: Ji sedî 27 lêçûnên veberhênanê, ji sedî 60 lêçûnên rojane, û ji sedî 13 jî ji bo piştgirî û sîgorteya civakî.
Bernîyê amaje bi wê yekê kir ku dahatên pêşbînîkirî wiha dabeş dibin: Ji sedî 50 dahatên bac, xerc û gumrikan in, ji sedî 28 dahatên petrol û xazê ne, û ji sedî 22 jî dahatên cuda yên din in.
Wezîr Bernîyê bal kişand ser wê yekê ku proseya çaksazîya mûçe û heqdestan berdewam e, û beşê bingehîn ê karê me di budceyê de beşdarîkirina di baştirkirina xizmetguzarîyên bingehîn û xizmetên ku ji bo welatî girîng in, nexasim di warên tendurustî û perwerdeyê de. Wî destnîşan kir ku çîna kêm-dahat û hejar di dilê girîngîyên budceya giştî ya dewletê û sîyasetên wê de ne, û di qonaxa bê de dê stratejîya têkoşîna li dijî hejarîyê were destpêkirin.
