Heseke-SANA
Şirketa Sûrîyê ya Petrolê dest bi proseya kişandina petrola xav ji zevîyên Rimêlan, Siwêdîyê û hejmarek zevîyên din li parêzgeha Hesekê kir. Ev pêngav di çarçoveya planekê de ye ku armanca wê xurtkirina aramîya sektora enerjîyê ye.
Rêveberê Giştî yê şirketê Yûsif Qeblawî, îro Çarşemê di daxuyanîyekê de li ser kanala şirketê ya Telegramê dîyar kir ku ew tibabên neftê yên hatine wergirtin dê ji bo piştgirîya proseyên rafînekirin û hilberînê bên bikaranîn.
Qeblawî her wiha anî ziman ku şirket bi awayekî hevdem li ser nûjenkirina zevîyan û zêdekirina hilberîna wan kar dike, bi rêya peymanekê ligel şirketeke Amerîkî ya navdewletî ku di warê rêveberî û xebitandina zevîyên petrolê de pispor e.
Parêzgeha Hesekê wek yek ji herêmên herî girîng ên hilberîna neftê li Sûrîyê tê hesibandin. Di nava wê de gelek zevîyên stratejîk hene, bi taybetî zevîyên Rimêlan û Siwêdîyê, ku bingeheke sereke ya pergala hilberîna petrolê li Sûrîyê pêk tînin.