Şam – SANA
Wezîrê Darayî tekez kir ku rênimayên nû bi armanca hêsankirina rêkarên daxwaza meaşên xanenişînîyê bi zelalî hatine derxistin. Wî destnîşan kir ku rola wezaretê û sîgorteyê tenê darayî û rêxistinî ye da ku maf bi lez û sîstematîk werin misogerkirin.
Rênimayan çar kategorîyên sereke li xwe girtin:
● Xanenîşînên ku rejîma berê meaşên wan bi neheqî û ji ber sedemên ewlehîyê rawestandibûn.
● Leşkerên veqetîyayî ên ku piştî rizgarkirinê tevlî xizmetê nebûn ji ber ku gihîştibûn temenê xanenişînîyê.
● Kesên piştî Nîsana 2011an bûne xanenişîn û beşdarî şerê li dijî gelê Sûrîyê nebûne.
● Berpirsên postên giştî û endamên berê yên parlamenê (Encumana Gel) ên ku piştgirîya şoreşê kirine yan ji rejîmê veqetîyane û destên wan di xwînê de tune.
Wezîr tekez kir ku ev rêbaz bi armanca pêkanîna edaletê di dewleta Sûrîyê ya nû de ye, ligel destnîşankirina bi tundî li ser bêparkirina kesên tevlîbûna wan di kuştin, îşkencekirin yan “teșbîhê” de hatiye selmandin ji meaşên xanenişînîyê, wekî pabendbûnekê bi fîdakkarîyên gel û nehiştina tu nermîyê li hember xirabkaran.