Şam-SANA
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê peymana “Projeya Enerjîya Bayê” bi armanca hilberîna 700 megawatt elektrîkê ligel kompanya “Marv Energy” îmze kir. Ev peyman di merasîmeke îmzekirinê de li Şamê bi amadebûna Wezîr Mihemed El-Beşîr û endama desteya rêveber a kompanyê Valerîna Ilyas hat encamdan.
Pêşxistina sektora elektrîkê li Sûrîyê
Alîkarê Wezîrê Enerjîyê yê karûbarên elektrîkê Omer Şeqrûq tekez kir ku projeya 700 megawattî dê bi tora giştî ve were girêdan da ku hemû parêzgeh jê sûd wergirin, her wiha dîyar kir ku cîhên projeyê li gorî leza bayê hatine hilbijartin.
Wî bal kişand jî ser hebûna peymanên berê yên enerjîya rojê û eşkere kir ku peymanên nû ligel kompanyên bîyanî di qonaxa amadekarîyê de ne û dê di demeke nêz de werin ragihandin.
Ilyas piştrast kir ku proje xwe dispêre ezmûn û kadroyên Sûrî, ku karên hilberînê dê di kargeha kompanyê de li bajarê Hesyayê werin encamdan. Wê zelal kir ku cîbicîkirina projeyê dê bi qonaxan be û bi rêya sazkirina turbînan di nava 5 heta 7 salan de pêk were. Wê ev proje wekî “qonaxeke îsbatkirinê” ji bo şîyana pîşesazîya niştimanî di hevrikîya herêmî û navdewletî de bi nav kir.
Wezareta Enerjîyê di Mijdara borî de peymanên avakirina 8 stasyonên hilberînê bi şîyana 5000 megawattî îmze kirin. Ev yek di çarçoveya plana niştimanî de tê ji bo dabînkirina pêdivîyên welat ji enerjîyê û piştgirîkirina geşepêdana aborî û civakî.





