Şam-SANA
Komelgeha Zimanê Erebî li Şamê bi daxuyanîyekê koça dawî ya endamê komelgehê Dr. Mazin El-Mubarek ragihand. Komelgehê pesnê geşta wî ya dewlemend di xizmeta zimanê Erebî û hînkirina wê de û kelepûra wî ya zanistî û akademîk da.
Her wiha tekez kir ku koça wî zîyaneke mezin digihîne navendên zanistî û çandî li Sûrîye û cîhana Erebî.
Dr. Mazin El-Mubarek di sala 1930an de li Şamê di malbateke zanistperwer a navdar de ji dayik bû. Bavê wî yek ji damezrînerên Komelgeha (Akademya) Zimanê Erebî li Şamê bû.
Koçkirî xwendina xwe li Zanîngeha Şamê qedand, paşê xwendina xwe ya bilind li Qahîreya paytexta Misrê kuta kir, ku li wir pileya master û doktoratê di warê rêziman û lêkolîn û vejandina kelepûrê de bi dest xist.
El-Mubarek berhemên zanistî yên pir û dewlemend pêşkêş kirin, wekî pirtûk, lêkolîn, vejandina mîratê, gotar û beşdarîyên zanistî yên cihêreng.
Ev keda helal bû sedem ku rehmetî bibe jêdereke girîng û berbiçav di warên rêziman, rewanbêjî û lêkolînên zimannasî de.
Her wiha gelek akademîsyen li ser wê yekê hevdeng in ku zanayê koçkirî Dr. Mazin El-Mubarek mînaka zanayê perwerdekar nîşan dida.