Şam-SANA
Serokê Yekîtîya Odeyên Pîşesazîyê ya Sûrîyê Mazin Dîrwan, planeke giştî ya yekîtîyê ji bo qonaxa bê ragihand. Armanca vê planê piştgirîkirina pîşesazîya Sûrîyê, bilindkirina şîyana hevrikîya berhemên niştimanî di bazarên navxweyî û derveyî de, û hêsankirina gihîştina wan ji bo hemû bazarên cîhanê ye.

Dîrwan bal kişand ser girîngîya parastina pîşesazîya niştimanî ji kirinên neadilane, û destnîşan kir ku yekîtî dê giranîyê bide ser daxwaza tundkirina çavdêrîya li ser kelûpelên ku tên hawirderkirin, da ku piştrast bikin ku ew li gorî pîvanên standard ên Sûrîyê ne.
Yekîtîya Odeyên Pîşesazîyê ya Sûrîyê di sala 2004an de hate damezirandin, bi armanca xizmetkirina sektora pîşesazîyê, nûnertîya berjewendîyên pîşesazkaran û pêşkêşkirina şîret û pêşnîyaran ji bo sazîyên fermî.