Şam-SANA
Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Husrîye, di konferansekê de ji bo ragihandina rênimayên cîbicîkirinê yên lîreya Sûrî ya nû, tekez kir ku ji destpêka sala bê ve hemû resîdên bankan dê bi lîreya Sûrî ya nû bin.
Li jêr xalên herî girîng ên ku Husrîye di konferansê de anîn ziman:
Derxistina lîreya nû ne tenê gaveke şiklî ye, lê qonaxeke bingehîn e di çarçoveya stratejîyeke berfireh de ku li ser bingehekî sazûmanî yê saxlem hatiye avakirin. Ev gav nîşana pabendbûna bankê ye bi bicihanîna polîtîkayên çaksazîyê li gorî pîvanên pîşeyî û stratejîya aborî.
Lîreya nû destpêkeke nû ye ji bo siberoja aborîya Sûrîyê. Ji destpêka sala bê ve hemû resîdên bankan dê bi lîreya nû bin. Pîvana guhartina pereyan jêbirina du sifiran (00) e; bi vî awayî her 100 lîreyên kevn dê wekî 1 lîreya Sûrî ya nû werin hesibandin.
Dê 90 roj dema “bi hev re bikaranînê” di navbera her du pereyan de hebe û ev dem dikare were dirêjkirin. Pêvajoya guhartinê bi temamî bêpere ye û dê belavokên fermî yên nirxê her du pereyan werin weşandin da ku zelalîya bikaranînan were parastin.
Em ê bi awayekî hûr çavdêrîya bazaran bikin da ku nirxê lîreyê kontrol bikin. Em ê girseya diravî bi awayekî baş biparêzin bêyî ku zêde yan kêm bibe. Her wiha di dema zêdebûna daxwaza li ser lîreyê li hemberî pereyên bîyanî de, em ê lîreyê peyda bikin.
Guhartina pereyan tenê di hundirê xaka Sûrîyê de tê kirin. Polîtîkaya me ya nû kontrolkirina darayî ye û rê nade enflasyonê. Ji bo rêgirtina li ber sextekarîyê, me bi şirketên cîhanî yên herî mezin re ji bo çapkirina lîreyê peyman girêdaye. Em di çarçoveya stratejîyekê de li ser pergalên diravdanê li hundirê Sûrîyê kar dikin.