Şam-SANA
Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîye, roja 1ê Kanûna Duyem a 2026an wekî dema derxistina diravê nû yê Sûrîyê û destpêka proseya guhertina diravê kevn destnîşan kir. El-Hesrîye tekez kir ku ev prose dê bi awayekî nerm û birêkûpêk be û mekanîzmaya wê bi zelalî û şefafî were ravekirin.
El-Hesrîye îro di daxuyanîyekê de got: “Ez bi serbilindî û şanazî pîrozbahîyê li derçûna biryarnameya hejmar 293 a sala 2025an dikim, ku girêdayî jidayikbûna diravê nû yê Sûrîyê ye. Ev xaleke niştimanî ya girîng e ku destpêka qonaxeke nû ya aborî û diravî nîşan dide.”
Navborî piştrast kir ku proseya guhertinê dê di konferanseke rojnamevanî ya taybet de bi awayekî eşkere û zelal were ravekirin, da ku bawerî xurt bibe û hevkarîya bi welatîyan re were çespandin. Her wiha dîyar kir ku Banka Navendî di rojên 25-27ê Kanûna Pêşîn de ji bo şopandina amadekarîyan di kar de berdewam be.
El-Hesrîye da zanîn ku diravê nû yê Sûrîyê sembola serwerîya darayî ya piştî rizgarîyê ye, û navnîşana qonaxeke nû ye ku bi hevkarîya hemûyan û bi rêveberîya Banka Navendî ya Sûrîyê tê avakirin.
Banka Navendî ya Sûrîyê di 18ê vê mehê de dîyar kiribû ku ew dê hemû hûrgilîyên diravê nû di dema guncav de eşkere bike.