Şam – SANA
Wezîrê Darayî, Mihemed Yusir Bernîyê ragihand ku wan belgeya dawî ya projeya çaksazkirina xetên elektrîkê digel Banka Cîhanî îmze kir, ku ev yekemîn projeya wê Bankayê ye li Sûrîyê piştî çil salî.
Bernîyê di nivîsekê de li ser platforma Facebookê eşkere kir ku piştgirîya darayî ya projeyê bexşîn e ne deyn e, pê piştgirîyê dide dewleta Sûrîyê, bi taybetî Wezareta Enerjîyê, ji bo elektrîkê bi awayekî baştir dabîn bike û karibe piştgirîyê bide aborîya welêt.
Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Darayî di meha Hezîrana borî de ragihandibû ku Encumena Rêveberîya Banka Cîhanî li ser pêşkêşkirina alîkarîyekê bi nirxê 146 milyon dolarî ji bo çaksazkirina xetên elektrîkê erê kiribû, ku ev yekemî projeya vê Bankayê ye li Sûrîyê piştî nêzî 40 salî.