Doha – SANA
Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê yê Sûrîyê, Nîdal El-Şe’ar, li keleka Foruma Dohayê, bi Wezîrê Bazirganî û Pîşesazîyê yê Qeterê, Feysel Bin Sanî Bin Feysel Al Sanî re, xurtkirina têkilîyên hevkarîyê di navbera her du welatan de di çend waran de gotûbêj kir.
Ajansa QNA ragihand ku her du alîyan têkilîyên hevkarîyê di warên bazirganî, veberhênan û pîşesazîyê de, û rêyên xurtkirin û pêşxistina wan, herwiha gelek mijarên berjewendîyên hevpar gotûbêj kirin.
Îro li Dohayapaytexta Qeterê,çalakîyên 23emîn xula Foruma Dohayê bi dirûşma “Pêşxistina Dadmendîyê:ji Sozan ber bi Rastîya Hespêkirî” dest pê kirin. Forum du rojan berdewam dike, bi beşdarîyeke berfireh a serokên dewletan, wezîr, pisporên navneteweyî û nûnerên payebilind ji zêdetirî 150 welatên cîhanê.