Şam – SANA
Banka Navendî ya Sûrîyê, tekez kir ku ti muhleteke dawî ji bo bikaranîna pereyên nû nehatiye dîyarkirin, û çi demên ku ji alîyê jêderên nefermî ve têne belavkirin, dûrî rastîyê ne.
Bankê di daxuyanîyekê de îro, ku kopîyek jê gihîşt SANAyê, zelal kir ku ew berdewam in di cîbicîkirina plana xwe ya ji bo guhertina pereyên niştimanî, bi hevkarîya hemî alîyên têkildarî vê prosesê, û kar li gor qonaxên teknîkî û rêveberî yên destnîşankirî dimeşe.
Bankê destnîşan kir ku ew tenê kare agahîyên têkildarî pereyên nû yan qonaxên destpêkirina wan bide, û dixwaze dem were da hûrgulîyên pêvajoya guhertinê û hemî agahîyên pê ve girêdayî bi zelalî li ser rûpela xwe ya fermî ragihîne.
Tê zanîn ku di meha Tebaxa bûrî de, Serokê Banka Navendî ya Sûrîyê, Ebdilqadir El-Hesrîye, ji SANAyê re eşkere kiribû ku Bank gihiştiye qonaxên pêşketî yên danîna planekê ji bo derxistina pereyên Sûrî yên nû, yên li gorî pîvanên teknîkî yên herî bilind ên ku ji alîyê bankên navendî yên cîhanê ve pejirandî ne, hatine sazkirin.