Şam-SANA
Wezareta Aborî û Pîşesazîyê ya Sûrîyê, piştrast kir ku firoşkarên ku bi zelalî bihayên kelûpelên xwe nîşan nedin, dê tûşî cezayê dana pereyan bibin, û yê dubare bike, heye firoşgeha wî bê girtin û ruxset jê were kişandin, û amaje kir ku parastina xerîdaran ji dewletê û çalakvanên aborî tê xwestin.
Hesen El-Şewa, Rêvebirê Parastina Xerîdaran û Ewlehîya Xwarinê li Rêveberîya Giştî ya Bazirganîya Navxweyî û Parastina Xerîdaran, ji SANAyê re got ku azadkirina bazarê nayê wateya nebûna rêziknameyan, û nîşandana nirxan bi zelalî mafekî bingehîn ê xerîdar e.
El-Şewa amaje bi wê yekê jî kir ku tîmên gerok ên kontrolê bi berdewamî li hemû parêzgehan kar dikin, bi hevahengîya ligel Rêveberîya Parastina Xerîdaran û Rêveberîya Ewlehîya Xwarinê, bi rêya serdanên taybet bo cihên kar, û rênimayan ji wan re dibêjin berî ku belgeyên sizayan li dijî wan binivîsin.

Li gor El-Şewa dibêje, armanca plana pêşerojê bilindkirina hişmendîya berhemdar û xerîdaran e, her wiha xurtkirina çavdêrîyê di rêya kamîrayan û amûrên pişkinînê re ên ku wê bi çavdêran re hebin, û ew alav dê li ser asta parêzgehan bi toreke navendî ve girêdayî bin, ev yek wê bihêle ew cezayên werin birîn zelal û adil bin.