Şam-SANA
Rêvebirê Têkilîyan di Desteya Giştî ya Bendergahên Bejayî û Deryayî de, Mazin ʼElûş, tekez kir ku gumrik li balefirgehên Şam û Helebê kelûpelên şexsîyên rêwîyan desteser nakin lê li gorî yasayan wan derbas dikin.
Her weha da xuyakirin ku kelûpelên bi armanca bazirganîyê bin tên gumrikkirin, û dema rêwî pereyên gumrikê nadin, ew tişt wek emaneteke fermî li cem gumrikê dimîne.
Li alîyekî din jî, destnîşan kir ku gumrik dihêle kesên ku li dervî welat dijîn dîyarîyan bi xwe re derbas bikin bêyî ku wan gumrik bikin û daxwaz kir ku divê rêwî tiştên ku bi xwe re derbas kirine şanî gumrikê bidin da rastî lêpirsînan nebin.
Wekî din jî, tekez kir ku armanca Gumrikê birêxistina derbaskirina kelûpelan û parastina abûrîya welat e, ne derxistina astengîyan ji rêwîyan re ye.