Şam-SANA
Banka Bazirganî ya Sûrî, îro bang li hemû xaneneşînên ku dixwazin pereyên xwe bi rêya şîrketa veguhastina pereyan “Herem Pyramid” re bistînin kir ku serdana şaxa bankê ya herî nêzîkî xwe bikin da datayên xwe yên kesane, nemaze jimara telefona xwe ya mobîl, nû bikin.
Bankê di daxuyaniyeke fermî de, nusxeyek jê gihîştiye SANAyê, diyar kir ku xizmeta nû ya kişandina pereyan dihêle kesên xaneneşîn ên karta Banka Bazirganî bi wan re heye, bi awayeke yekser ji şaxên Heremê pereyan bikşînin, bi şertê ku jimara têlefonê heman jimara di belgeyên wan yên bankê de be, karmendê şîrketê piştî pêşkêşkirina kerta bankê û nasnameya kesane, datayên xaneneşîniyê (nav, jimara karta bankê û jimara têlefonê) pereyên wî didê.
Banka Bazirganî ya Sûriyê di destpêka îlonê de dest bi xizmetek nû kiribû ku dihêle kesên xaneneşîn pereyên xwe bi riya kartên ATMê yên”Herem Pyramid” bikşînin.
Ev xizmet beşek ji hewldanên bankê ye ji bo nûjenkirina sîstema dravdanê û peydakirina çareyên hêsan ji xaneneşînan re.