Nirxê zêr li bazarên sûriyê bilind bûye, li gor nirxê wî yê doh ku nirxê zêrê 21 qîrat 150 hezar lîre bû, 25 hezar lîreyan buhatir bûye.
Û Sendîkeya Zêrkeran di belavoka xwe ya ku îro li ser rûpela xwe ya Facebookê weşandiye de, nirxê zêrê 21 qîrat bi milyonek û 175 hezaran di dema firotinê de, milyonek û 155 hezar di dema kirînê de destnîşan kiriye.
Û nirxê grameke zêrê 18 qîrat gihiştiye milyonek û pênc hezaran di dema firotinê de û 985 hezaran di dema kirînê de.
Sendîkayê daxwaz ji zêrkeran kir ku li dukanên xwe yên firotinê pabendiyê bi nirxê destnîşankirî bikin û bi awayekî diyar û eşkere li ber deriyên dukanê xwe bidin xuyakirin.