Şam-SANA
Semîr Sabûncî, endamêLijneya Şêwirmendîyê ya Encumena Karan ya Amerîkî-Sûrî, girîngîya ji nû ve girêdana bankayên Sûrîyê bi sîstema SWIFTêve tekez kir, ji ber ku ew digeşkirina bazirganîya navneteweyî û danûstandinên darayî de dibe alîkar û danûstandinên bi welatên cûrbecûr re hêsan dike.
Her weha Sabûncî destnîşan kir ku rakirina sizayên Amerîkî rê dide pêkanînaprojeyên hevbeşdi navbera kompanîyên taybet ên Sûrî û Dewletên Yekbûyî de.
Wekî din jî, wî rave kir ku sîstema bankan ya Sûrî, piştî rakirina sizayan,xizmetên SWIFT dîsa vegerandin, her weha bankayên herêmî di Hezîrana çûyî de yekem hinartina bankayî ya navneteweyî ya rasterast, pêk anî. Encumena Karan ya Amerîkî-Sûrî ya ku li Waşingtonê hatiye damezrandin, dixebite ji bo ku pirên hevkarîya aborî û bazirganî ava bike û piştgirîyê bide hewldanên ji nû ve avakirinê li Sûrîyê