Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Tefsîra El-Qurtubî.. Zêdetirî Heft Sedsalan di Xizmeta Tefsîr, Fiqih û Zimên de
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Çand û Huner > Tefsîra El-Qurtubî.. Zêdetirî Heft Sedsalan di Xizmeta Tefsîr, Fiqih û Zimên de

Tefsîra El-Qurtubî.. Zêdetirî Heft Sedsalan di Xizmeta Tefsîr, Fiqih û Zimên de

Hat weşandin: 2026/09/22 9:14 PM
Hat nûkirin: 2026/09/22 9:58 PM

Şam-SANA

Ji Qurtubeya ku piştî ketina wê û alozbûna rewşa Endelusê jê bar kiribû, ber bi Se’îda Misrê (Misra Jorîn) ve çû, li wir bi cih bû û rêwîtîya xwe ya zanistî domand. Îmamê Qurtubî projeyek bi xwe re hilgirtibû ku şiroveya teksta pîroz a Quranê bi bendên jîyanê ve girê dida her wiha fiqih, hedîs, ziman û rêbazên quranxwînîyê di berhemeke ansîklopedîk de dicivand.

Di pirtûka xwe ya bi navê “El-Cami‘Lî-Ehkam El-Quran”ê de, ku paşê di bîst bergan de hate çapkirin, xwe ji gelek çîrokên şirovekar û vegotinên dîrokzanan dûr girt. Armanca wî ew bû ku gotinan bispêre xwedîyên wan û hedîsan jî bispêre derhêneran wan.

Wekî ku wî di pêşgotina pirtûka xwe de anîye ziman: “Ji bo canê min bîranînek, ji bo roja gora min qûtek û ji bo piştî mirina min jî karekî qenc be.”

Naxwe, vê berhemê çawa pêgeha xwe ya zanistî parast û piştî zêdetirî heft sedsalan hîn jî wekî çavkanîyeke zindî maye?

Ji Qurtubeyê ber bi Se’îda Misrê ve

Ew Ebû Ebdulah Mihemed kurê Ehmed kurê Ebûbekir kurê Ferh El-Ensarî El-Xezrecî El-Qurtubî ye.

Pirtûkên jînenîgarîyê sala jidayikbûna wî bi zelalî destnîşan nakin, lê bi egera herî xurt ew di destpêka sedsala heftem a koçî de li Qurtubeyê ji dayik bûye. Li wir mezin bûye û fêrî zanistên Quran, hedîs, fiqih, ziman û qîraat (rêbazên quranxwînîyê) bûye.

Qurtubî çendîn berhem li pey xwe hiştin, ku yên herî navdar ev in: El-Cami‘Lî-Ehkam El-Quran, El-Tezkîre Bî-Ehwal El-Mewta We-Ûmûr El-Axîre, El-Tizkar Fî Efdel El-Ezkar û El-Esna Fî Şerh Esmai-lah El-Husna. Lê belê tefsîra wî di nav pirtûkxaneyên Erebî û Îslamî de her tim wekî berhema wî ya herî berbelav û bandorker ma.

Rêbaza ku zanistên teksta Quranê kom dike

Qurtubî Quran li gorî rêzbenda mushefê şirove kir. Wî babetên ayetan li ser çend xalan dabeş kirin ku tê de behsa sedemên daketinê (esbabun-nuzûl), qîraat (rêbazên quranxwînîyê), nasix û mensûx, rûyên î’rabê (rêziman), peyvên xerîb (xerîb El-Quran), texrîca hedîsan û nêrînên feqîh û pêşîyan kir; her wiha ji bo zelalkirina wateyên zimanî û nîşaneyên curbicur sûd ji helbestên kevnar ên Erebî wergirt.

Fiqh û zanistên Quranê

Cihêrengîya di vê pirtûkê de derfetê dide xwendevan ku li ser yek mijarê bi îctîhadên cihêreng ên fiqihî û belgeyên xwedîyên wan re rûbirû bibe û wan binase. Vê xisletê pirtûk ji bo lêkolerên warê ayetên ehkamê û fiqiha berawirdkar (muqarene) kiriye jêdereke pir girîng.

Çavkanîyeke zanistî ku lêkolînên li ser wê timî nû dibin

Derbarê giringîya pirtûkê, mamosteyê beşa tefsîr û zanistên Quranê li Zanîngeha Adîyemanê ya Tirkîyê, Dr. Mihemed Kalo, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê got: “El-Cami‘Lî-Ehkam El-Quran” ansîklopedîyeke berfireh a zanistên Quranê ye. Ew bi şîyana xwe ya gihandina tefsîra ayetan, derxistina bendan û lêkolîna ziman, qîraat û hedîsan derdikeve pêş, ku giranîyeke taybet dide ser mijarên fiqihî.”

Rêwîtiya tefsîrê bi rêya çapên nûjen

El-Cami‘Lî-Ehkam El-Quran ji destnivîsan derbasî qonaxa çapên nûjen bû. Daneyên bîbografîk ên projeya “Komên Erebî li ser Înternetê” (ku pirtûkxaneyên Zanîngeha Kolombîyayê jî tê de beşdar in) nîşan didin ku çapa pirtûkê ji hêla Dar El-Kutub El-Misrîye ve li Qahîrê di sala 1935an de dest pê kiriye û di bîst bergan de hatiye weşandin.

Piştî zêdetirî heft sedsalan ji wefata nivîskarê wê, tefsîra Qurtubî bi saya kombûna tefsîr, fiqih, hedîs, ziman û qiraatan, hîn jî di pirtûkxane û lêkolînên akademîk de cihekî bilind digire; sînorên serdema xwe derbas dike û daxwaza Qurtubî bi cih tîne ku dixwest zanîna wî piştî mirinê, bibe qûtek û xebateke mifadar.

Mûna Sûrî… Mîrateya Malan a Parastina Berhemên Demsalan
​Şîrovekirina Stratejîk a Bandora Ewlehîyê ya Afata Madeyên Hişbir
Sûrîye: 9 Şûnwar di Lîsteya ICESCOyê de Hatin Tomarkirin
Îbrahîm Celal di Warê Dublaja Filmên Kartonî de Xelateke Cîhanî bi Dest Xist
​Tabloyeke ku Kultura Sûrî Vedihewîne Bala Serlêderên Pêşangeha Şamê ya Navdewletî Dikişîne
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:FiqihMisrTefsîra QurtubîZanistên Quranê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

​Hejmara Qurbanîyên Şerê Qirkirinê yê Îsraîlê li Xezeyê Gihîşt 73,922 Kuştîyan

September 23, 2026

Dadgeha Sûcên Mezin Darizandina Ebdilah Bekar û Mihemed El-Samîz bo 6ê Çirîya Pêşîn Paş Dixe

September 23, 2026

​Geşbînî û Tenduristîya Dil.. Têkilîyek e ku Lêkolîn Dişopînin

September 23, 2026

Serok El-Şeri’ ligel Serokên Encumen û Komîsyona Ewropayê Asoyên Pêşxistina Pêwendîyan Gotûbêj Dike

September 23, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?