Taybet-SANA
Akademîsyen û Lêkolîner Prof. Dr. Abdurrahman Adak, di daxuyanîyekê de ji bo ajansa SANAyê, hûrgilîyên pirtûka xwe ya nû “Dîroka Edebîyata Kurdî – Serdema Berî Îslamê Heya Serdema Xanedanan” eşkere kirin.
Ev pirtûka ku amadekirina wê bi salan ajotiye, xwendina wî ya ji bo dîroka edebîyata Kurdî û geşedana wê ji serdema Medan heta sedsala 15an a zayînî, pêşkêş dike.
Lênihêrînek li Kokên Dîrokî
Adak dibêje ku belgeyên dîrokî tekez dikin ku zimanê dewletên girîng di serdemên berî derketina Îslamê de, wekî Medî, Parsî, Partî (Eşkanî) û Sasanî, rehên ziman û edebîyata Kurdî tên hesibandin.
Her weha Adak da zanîn ku zimanê Avestayê “Kurdîya Kevnar” (Medî) ye û zimanê Pehlewî yê serdemên Eşkanî û Sasanî jî “Kurdîya Navîn” e. Ji alîyên din ve jî, wî bal kişand ser koka navê “Pehlewî” ku ji navê herêma “Pehle” (welatê Medan) tê.

Kelepûra Devkî ya Dengbêjîyê
Adak anî ziman ku bi rêya şopandina kelepûra stran û dengbêjan, wî hewl daye ku bi qasî pêkan be ronahîyê bixe ser hêza edebîyata devkî û hunera stranbêjî û dengbêjîyê.
Wî destnîşan kir ku stranbêj û dengbêjên wê demê bi navên “gosan” û “hunyager” dihatin naskirin û “Barbed”, stranbêjê navdar di koşka Sasanîyan de, wekî sembola herî berbiçav a wê serdemê dihat wesifandin. Her wiha behsa destanên wekî “Dirextê Asûrîg” û “Weys û Ramîn” wekî beşek ji vê kelepûra çandî ya berfireh kir.
Xanedanên Kurdan û Helbest
Pirtûk beşekê ji bo “Xanedanên Kurdan” (di navbera sedsalên 10an û 15an ên zayînî de, wek Şeddadî, Buweyhî, Hesenweyhî, Fedlewî û hwd.) vediqetîne.
Adak dibêje ku wî cara yekem di pirtûkeke Kurmancî de nêzîkî heftê helbestvanên vê serdemê pêşkêş kirine, di nav wan de (Baba Tahirê Hemedanî, Bundarê Rajî, Çeşnî, Ewhedîyê Meraxeyî, Şêx Sefîyuddînê Erdebîlî, Humamê Tebrîzî û hwd.) hene, yên ku di edebîyata Îranî de wekî helbestvanên “herêmî” dihatin naskirin, lê di vir de wekî nûnerên edebîyata Kurdî ya Pehlewî (fehlewiyat) hatine nîşandan.

Wêjeya Dînî û Kurmancî ya Klasîk
Adak dîyar kir ku wî giringîyeke taybetî daye edebîyata dînî ya devkî ya Yarsanîyan (bi zaravayê Hewramî) û Êzidîyan (bi zaravayê Kurmancî).
Wî eşkere kir ku pirtûka wî amaje bi wê yekê dike ku yekemîn helbesta bi zaravayê Kurmancîya klasîk di sedsala 12an a zayînî de li bajarê Hewlêrê hatiye nivîsandin.
Abdurrahman Adak
Di sala 1975an de li Hezexa Şirnexê (Bakurê Kurdistanê) ji dayik bûye. Akademîsyen, lêkolîner û pisporê edebîyata Kurdî ye. Xwendina xwe ya bilind li zanîngeha Enqereyê temam kiriye û di damezirandina Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî de li zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê roleke girîng lîstiye.

Her wiha demeke dirêj wekî edîtorê kovara zanistî ya xebatên Kurdî “Nûbihar Akademî” kar kiriye. Gelek lêkolînên wî yên bingehîn di edebîyata klasîk de hene, ku yek ji wan “Destpêka Edebîyata Kurdî ya Klasîk” (Weşanên Nûbihar, 2013) e. Berhema wî ya bi navê “Teşeyên Nezmê” jî Xelata Qelema Hejar wergirtiye.