Şam-SANA
Ji gundê Sermeda yê parêzgeha Idlibê heta paytextên Erebî û cîhanî, Nivîskar û Bîrmendê Sûrî Dr. Muhyedîn El-Laziqanî ezmûneke hizrî hûnand ku bi dehan sal dom kir û tê de lêkolîn, rexne û xemxwarîya dozên azadî û mirovahîyê li hev civandin.
El-Laziqanî tekez kir ku geşta wî ya bi çandê re di zarokatîyê de dest pê kiriye. Hişmendîya wî di navbera xwezaya gundê wî û xwendina zû de, tevî hemû zehmetîyan, ava bûye. Wî doktoraya xwe di wêjeya Erebî de li Zanîngeha Iskenderîyê ya Misrê xwend.
El-Laziqanî dabaşa ezmûna xwe ya dûrdirêj bi quncika xwe ya navdar “Tewahîn El-Kelam” (Aşên Axaftinê) kir, ku zêdetirî 25 salan di gelek rojnameyên Erebî de hat weşandin.
Nivîskar û Bîrmendê Sûrî Dr. Muhyedîn El-Laziqanî da zanîn ku pirtûka wî “Jin Çiraya Gerdûnê ye” dilsozîyek ji bo dayika wî bû ku tevî şert û mercên dijwar bawerîya xwe bi fêrbûn û xwendinê anîbû.
Di berdewamîya axaftina xwe de, Dr. Muhyedîn El-Laziqanî anî ziman ku sirgûn ne tenê têgeheke erdnîgarî ye, bi qasî ku rewşeke mirovî ye û eşkere jî kir ku salên xerîbî û sirgûnê hesta wî ya girêdana bi welêt re kûrtir kir û bawerîya wî ya bi nirxê azadî û demokrasîyê peyitand.
Dr. El-Laziqanî di dawîya gotina xwe de dîyar kir ku Şoreşa Sûrîyê rastîya helwestên hin rewşenbîran eşkere kir, xasma rewşenbîrên ku berê slogan û dirûşmên azadîyê bilind dikirin, lê paşê cihê xwe li kêleka rejîma revîyayî girtin: “Di wê qonaxê de, xebata meydanî û ragihandinê ji berhemanîna nivîsar û heyberan bi bandortir bû”.