Şam-SANA
Aya nivîskar çawa amrazên xwe saz dike? Gelo saxlemîya zimên bi tena serê xwe têrê dike ku mirov bibe wêjekar? Di quncika “Umehat El-Kutub” (Pirtûkên Serekî) de, SANAya Çandî zêdetirî hezar salan bi şûn de vedigere da ku li ser berhema “Edeb El-Katib” bisekine, dema ku nivîskarê wê Ebû Mihemed Ebdullah bin Muslim bin Quteybe El-Dînewerî bersiva van her du pirsan di pirtûka xwe de dide.
Ev pirtûk ne tenê berhemeke di warê ziman de, belkû projeyeke tekûz bû ji bo amadekirina nivîskarê bîrewer ê ku dikare zanîna berfireh, duristîya derbirînê û bedewîya beyanê bîne cem hev.
Ji ber vê yekê, ev pirtûk di nava çendîn sedsalan de wekî yek ji jêderên herî girîng maye ku di çespandina hunera nivîsandinê û avakirina çanda wêjeyî ya Erebî de beşdar bûye.
Zanayekî ensîklopedîk ê ku ziman û wêje li hev civandine
Îbn Quteybe di sala 213ê koçî de li Bexdayê ji dayik bûye û bi berfirehîya zanist û pirrengîya zanîna xwe hatiye naskirin. Wî zanistên ziman, rêziman (nehw), fiqih, vegêran û dîrok li hev civandine. Navborî li bajarê Dînewerê karê dadwerîyê dikir, loma bi wî bajarî hat naskirin. Wî li ber destê zanyarên mezin ên serdema xwe xwendiye, û berhemên wî hîn jî wekî jêderên herî girîng ên çanda Erebî tên hesibandin, her wekî: “Uyun El-Exbar”, “El-Mearif”, “Xerîb El-Quran”, “Xerîb El-Hedîs” û “Tebaqat El-Şuara”, ligel pirtûka wî ya herî navdar “Edeb El-Katib”.
Zanayên berê pesnê wî dane; El-Qiftî di pirtûka “Inbah El-Ruwat ela Enbah El-Nuhat” de ew wekî “xwedîyê berhemên rind di hunerên zanistan de” wesif kiriye. Di heman demê de, Îbn Kesîr di pirtûka “El-Bîdaye we El-Nihaye” de ew di rêza zanayên mezin de hesibandiye ku gelek huner li hev civandine û şopên zanistî yên bikêr hiştine û derbarê wî gotiye: “Zanayekî qedirbilind bûye, û xwedî gelek huner û zanistên girîng bûye.”
Pirtûkeke ku bingeh ji çanda nivîskar re deynaye
“Edeb El-Katib” di çanda Erebî de cihekî taybet girtiye, heta ku Îbn Xeldûn di “Muqedîme”ya xwe de derbarê wê gotiye: “Bingeha vê hunerê û stûnên wê çar dîwan in, ku ev in: Edeb El-Katib a Îbn Quteybe, El-Kamil a El-Mubered, El-Beyan we El-Tebyîn a El-Cahiz û El-Newadir a Ebû Elî El-Qalî.”
Ev şahidî asta zanistî ya pirtûkê raber dike; ji ber ku wekî berhemeke tenê di warê ziman de lê nehatiye nêrîn, belkû wekî jêdereke ku bingehê çanda nivîskar ava dike û amrazên hizrî û zimanî yên ku ji bo nivîsandinê hewcedar in, dide wî.
Îbn Quteybe çima pirtûka xwe nivîsî?
Îbn Quteybe di pêşgotina pirtûka xwe de balê dikişîne ser kêmbûna guhdana bi wêje û ziman di nav mirovên serdema xwe de. Loma wî dît ku pêwîst e berhemekê deyne da ku rûmetê bide hunerên nivîsandinê, û nivîskar amade bike ku bibe xwedî zanîneke berfireh, zimanekî paqij û derbirîneke hûr.
Armanca wî ne tenê rastkirina şaşîyên zimanî bû, belkû amadekirina nivîskar bi şêweyekî çandî û tekûz bû; ji ber ku nivîsandin ne tenê sazkirina peyvan e, lê belê çêkirina zanîn, hizir û nêrînê ye.
Çar beş ji bo avakirina nivîskarê bîrewer
Îbn Quteybe pirtûka xwe dabeşî çar beşên sereke kiriye, ku wan bi hev re projeyeke tekûz ji bo avakirina nivîskar pêk anîye.
Yekem– Kitab El-Me’rîfe (Pirtûka Zanînê): Mezintirîn û dewlemendtirîn beşa pirtûkê ye, ji ber ku bi dehan babetan li xwe digire ku behsa navên mirovan, ajalan, gîya û riwekan, xwarin, cil û bergan, çek û amûran, û mijarên din dike ku nivîskar wekî beşek ji çanda giştî ya ku nivîskar hewcedar e, hesibandine.
Duyem– Kitab Teqwîm El-Yed (Pirtûka Rêbera Rastnivîsînê): Ev beş babetên nivîsandinê, rênivîs (îmla) û rêzimanê (nehw) çareser dike, ligel tiştên girêdayî rastîya dirûv û kontrolkirina peyvan û bikaranîna wan a dirust, da ku di saxlemîya derbirînê û hûrbînîya nivîsandinê de, alîkarîya nivîskar bike.
Sêyem– Kitab Teqwîm El-Lîsan (Pirtûka Rêbera Bilêvkirinê): Nivîskar ev beş ji bo rastkirina bilêvkirinê û baştirkirina performansa zimanî veqetandiye; loma wî dîyardeyên şaşîyên awaza peyvê û şaşîyên berbelav çareser kirine, û cudahîyên di navbera wan bêjeyên ku di lêkirinê de nêzî hev in lê di wateyê de jev cuda ne, zelal kirine.
Çarem– Kitab El-Ebnîye (Pirtûka Rêbera Lêkirinê): Ev beş girîngîyê dide zanista serfê (morfolojî) û fîlolojîyê anku fiqha ziman, ku tê de li ser lêkirina lêker û navdêran û wateyên wan ên cuda disekine, û babeteke zimanî ya hûr pêşkêş kiriye ku kûrahîya zanîna Erebî derbarê lêkirina bêjeyan û wateyên wan nîşan dide.
Guhdana zanayan bi pirtûkê
“Edeb El-Katib” rastî guhdaneke berfireh ji alîyê zana û lêkolîneran ve hatiye, loma gelek şirove û kurte ji bo wê hatine amadekirin, ku ya herî navdar pirtûka “El-Iqtîdab fî Şerh Edeb El-Kutab” a El-Betelyewsî ye, ligel şiroveyên din ên El-Farabî, El-Cewalîqî, El-Zehrawî, El-Cuzamî, El-Zecacî û gelekên din.
Her wiha di serdema nûjen de gelek vekolînên zanistî (tehqîqat) ji bo wê derketine, ku yên herî berbiçav vekolîna Mihemed Muheyîdîn Ebdulhemîd, vekolîna Mihemed El-Dalî û vekolîna Elî Mihemed Zêno ne. Ew jî bûn sedema zindîkirina pirtûkê û hêsankirina mifawergirtina lêkolîner û kesên têkildar jê.
Pirtûkeke zindî
Lêkolînên nûjen ên li ser Îbn Quteybe li ser wê yekê li hev dikin ku “Edeb El-Katib” ji çarçoveya rêbereke zimanî derbas bûye da ku bibe jêdereke avakirina nivîskar û çanda wî. Ev yek berdewamîya amadebûna wê di lêkolînên zimanî û wêjeyî de heta îro rave dike; loma wekî jêdereke bingehîn di lêkolînên zimanî û wêjeyî de maye, û hîn jî lêkolîner û xwendekarên zimanê Erebî berê xwe didinê ku wekî yek ji pirtûkên herî girîng ku bingehên nivîsandina Erebî danîne, û di avakirina çanda nivîskar û pêşxistin û xurtkirina amrazên wî de beşdar bûye. Vê yekê ev pirtûk kiriye yek ji pirtûkên sereke (umehat el-kutub) ên Erebî ku di avakirina çanda wêjeyî û parastina zimanê Erebî û mîrateya wê ya hizrî de beşdar bûye.