Şam-SANA
Xanîyên ji herîyê yên li gundewar û çolên Sûrîyeyê mîrateke Avahîsazî ya berbiçav e, ku têkilîya dîrokî ya mirovan bi erdê re nîşan dide. Ev Avahîsazîya kevneşopî ku li ser tevlêkirina ax, av û kayê hatîye avakirin, xwedî taybetmendîyên jîngehî yên bêhempa ye; wek veqetandina germahîyê ya xwezayî, ku di havînê de sarbûnê û di zivistanê de germbûnê dide, û bi lêçûneke aborî ya herî kêm, ji bilî ku ew bi jîngehê re heval e û bi avhewaya herêmî re lihevhatî ye.
Ev mal şêwazê jiyana civakî ya ku di civaka gundî ya kevn de serdest bû nîşan didin; ji ber ku ew bi hewşên hundirîn ên fireh û qadên malbatî yên hevpar ku ev yek peywendîya mirovî û jiyana bi hev re xurt dikir hatine sêwirandin. Tevî belavbûna avahîyên çîmentoyî yên nûjen, gelek malbat hîn jî beşên ji van odeyên herîyê wekî sembola nasnameyê, girêdana bi bîrdanka cih û çîrokên bav û kalan re diparêzin.
Lêbelê, ev mîrata avahîsazî bi metirsîya qirbûna rastîn re rûbirû ye, bi sedema kêmbûna guhdana bi vê pîşesazîy, û dûrketina nifşên ciwan ji fêrbûna teknîkên avakirina wê û lênêrîna wê ya demsalî piştî demsalên baranê. Pisporên îroyîn bang dikin ku pêdivî heye ev şêwazê avahîsazî were vejînkirin, ne tenê ji ber nirxa wê ya dîrokî, lê di heman demê de ji bo sûdwergirtina ji taybetmendîyên wê di rûbirûkirina guherînên avhewayê û kêmkirina xerckirina enerjîyê de.



