Şam-SANA
Pirtûka “El-Emalî” ya Ebû Elî El-Qalî, wekî yek ji pirtûkên herî berçav û dewlemendtirîn pirtûkên wêjeya Erebî ji alîyê naverokê ve tê hesibandin, ji ber ku wê alîyekî berfireh yê helbest, vegêran, gotinên pêşîyan û ziman parastiye. Girîngîya wê di wê yekê de ye ku wêneyekî zindî yê rûniştinên zanist û wêjeyê yên ku di şaristanîya Erebî de geş bûne û zanîn di rêya wê re hatine veguhastin, nîşan dide.
Vebêjerekî ku mîrasê Rojhilat biriye Endelusê:
Ebû Elî Îsmaîl bin El-Qasim El-Qalî (288-356 Koçî) zimanzan û wêjevanekî Ereb e. Ew li Malazgirtê li Ermenîstanê ji dayik bûye û zanistên xwe li Bexdayê wergirtine, paşê bi vexwendina Xelîfe Ebdurrehman El-Nasir derbasî Endelusê bûye da ku bibe yek ji navdartirîn danayên Qurtubayê. Li gorî Yaqût El-Hemewî di pirtûka “Mu’cem El-Udaba’ (Ferhenga Jînenîgarîya Wêjevanan)” de û şagirtê wî Ebû Elî El-Zubeydî, di warê ziman û helbestê de, El-Qalî di serdema xwe de yek ji zanyayên herî navdar bû, ku vê yekê rê da wî mîrasê zimanî û wêjeyî ji Rojhilat biguhêze Endelusê.
Ji meclîsên îmlayê ber bi bîra neteweyê ve:
Pirtûka “El-Emalî”, di şêwazê xwe yê danînê de, daye ser şopa kevneşopîya nivîsandina îmlayî; ku şagirt tişta ku zana dibêje, li pey wî dinivîsin. Ev rêbaz jî, ji Hedîsnasîya (Hedîsa Pêxember) dest pê kiriye û piştre gihîştiye ziman û wêjeyê jî. Vekolerê pirtûkê, lêkolînerê Misirî Mihemed Ebdulcewad El-Esme’î, balê dikişîne ser wê yekê ku “El-Emalî” tomareke zindî û ensîklopedîyeke wêjeyî ye ku El-Qalî naveroka wê di nava salên dirêj ên vegotin û bihîstinê de berhev kiriye da ku helbest, vegêran û gotinên pêşîyan ên Ereban biparêze. Fikra bingehîn a pirtûkê di parastina bîr û çanda devkî ya Erebî û veguhastina wê ji bo nifşên paşerojê de ye da ku ji windabûnê were parastin, ku vê yekê pêgeheke awarte daye pirtûkê.
Ensîklopedîyeke wêje, helbest û gotinên pêşîyan
Pirtûk bi sedan deqên helbestî, vegêran, metelok (anekdot), gotinên pêşîyan û şîretan li xwe digire, ku vê yekê ew kiriye lêvegerek ji bo lêkolînerên ziman, wêje û dîroka çandî. Rexnevan, Dr. Misrî Şewqî Deyf di pirtûka xwe ya “Dîroka Wêjeya Erebî” de bal kişandiye ser bedewî û cihêrengîya deqê El-Qalî yê wêjeyî.
Tevî ku El-Qalî li ser mijarên rexneyî mîna berhevdana helbestan û dizîya helbestan rawestîyaye jî, lê wî pişta xwe bi veguhastina nêrînên zanyar û vebêjerên berê girtiye da ku pirtûk wekî tomara zanîna wêjeyî bimîne, ne wekî nêrînên kesane.
Gotinên pêşîyan û şîret.. wêneyê civaka Erebî
Gotinên pêşîyan ên Erebî di pirtûka “El-Emalî” de cihekî girîng û nirxekî belgekirî digirin, ji ber ku El-Qalî li pey sedem, vegotin û wateyên wan ên zimanî çûye.
Li gorî lêkolîna lêkolînerê Sûdanî Mihemed Beşîr Adem a bi sernavê “Hewldanên wêjeyî yên Ebû Elî El-Qalî di rêya El-Emalî re: Lêkolîneke analîtîk û rexneyî”, ku pileya doktorayê pê bi dest xistiye, pirtûkê beşdarî di parastina bîra civakî û çandî ya Ereban û nirxên civaka wan a kevn de kiriye.
Her wiha pirtûk bi taybetmendîya xwe ya tekane derdikeve pêş ku El-Qalî hinek deqên helbestî û pexşanî veguhastine ku di çavkanîyên din de negihîştine me, ku ev yek wê dike jêdereke bêhempa ji bo parastina mîrasê Erebî.
”El-Emalî” di terazûya lêkolîneran de
Pirtûka “El-Emalî” li cem zanyaran xwedî pêgeheke bilind e; Îbn Xeldûn di pirtûka xwe “El-Muqeddîme” de ew wekî yek ji hêjatirîn pirtûkên wêjeyê bi nav kiriye, Yaqût El-Hemewî tekez kiriye ku ji bo wêjevanan jêneger e, û Hafiz El-Zehebî ew wekî berhemeke giranbiha di ziman, helbest û gotinên pêşîyan ên Ereban de hesibandiye. Tevî ku lêkolînerên hemdem dibînin ku siruşta wê ya îmlayî naveroka wê berfireh û li nav hev xistiye, lê vê pirrengîyê samanekî berfireh ê deq û vegêranan ji bo nifşên paşerojê parastiye.